Parlementerên DEM Partî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bên, di 7’ê Kanûna 2023’an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn.
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiva serlêdanê da û îddia kir ku Rêber Abdullah Ocalan ku 38 meh in tu agahî jê nayên girtin ,sûdê ji mafên xwe digire.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li ser medyaya dijîtal, ji bo bersiva wezaretê peyamek weşand û got:
“Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin, herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûye?