Parlamenterên DEM Partî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ay Meclîsê -ÎHÎK, dabûn.

Piştî bersiva Wezareta Karên Edlatê ku got; Rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafan sudê digire, arîkara Serokê Koma DEM Parti Gulîstan Kiliç Koçyîgît li civata giştî ya Meclîsa Tirk têkîldarî bersiva wezaretê axivî.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît got;

Me beriya niha, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan dabû.

Wezareta Karên Edaletê di bersivê de dibêje,

“ji bo ku qala têgeha tecrîdê bikin, divê têkiliya girtî bi parêzer, xizm û girtiyên din re bi temamî ji holê rabe.

Yanî, dixwaze bêje ku girtiyên li Imrlaiyê ji hemû mafan sûde digirin.

Em dipirsin: bi salan e desthilatdariya we hevdîtinan malbat û parêzeran asteng dike.

Em dixwazin hun, bersivê bidin, ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve çend caran hevdîtinên bi parêzeran re çêbûne?

Çima parêzer nikarin biçin Îmraliyê? Çima malbat nikarin biçin Îmraliyê?”

Koçyîgît got; Li Îmraliyê tu mekanîzmayên kontrolkirina serbixwe nînin, CPT tê, diçe Îmraliyê, vedigere, raporan amade dike, em dibêjin bila rapora xwe eşkere bike.

Tirkiye destûrê nade ku CPT raporê eşkere bike.

Em dipirsin; Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Hûn çima li Îmraliyê têcrîdê pêk tînin û bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin çi bikin?

Divê pêşî desthilatdarî bersiva van pirsan bide. Bi gotina ‘tecrîd tune ye’ tecrîd ji holê ranabe.”

Li Îmraliyê êşkence heye, ez bang li parlementeran teva dikim ku li hemberî êşkenceyê bêdeng nemînin.

Em ê teqez welatekî azad û demokratîk ava bikin.