Navenda ragihandina HPG’ê derbarê şerê li Metîna û çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da û wiha got.
Li herêma Metîna
Gerîlayan 30’ê Nîsanê li qada berxwedanê ya Şêlazê dagirker xistin bin serweriya xwe. Saet di 9’ê de jî ji 2 baskan ve bi awayeke kordîneyî dagirker kirin hedef.
Baskê yekê yê çalakiyê bi çekên ferdî û navîn dagirker kirin hedef, ji mesafeyekî nêz li artêşa Tirk dan. Di çalakiyê de 12 dagirker hatin cezakirin.
Baskê duyemîn jî bi şêwazê sûîkastê li dagirkeran dan, li vir jî dagirkerek hat cezakirin. Di çalakiya ku, ji aliyî tîmên pispor ên gerîla ve pêkhat, bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin.
Li herêma Xakûrkê
Dewleta Dagirker ji 28’ê nîsanê ve qada Xinêra Jor bi balafirên şer bombe dike. Dijmin wekî ku di êrişê de gerîla şehîd bûne nuçe belav kir. Ev bi ti awayî ne rast e, hêzên me ti qeyîb nedane. Di êrişê de 3 sivîlên ji rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne.
Li herêma rojavayê Zapê ya şehîd Delîl
Gerîlayên YJA Starê 29’ê nîsanê ber destê sibê dagirkerên li qada berxwedanê ya girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk kirin hedef.
Gerîlayên YJA Starê li heman herêmê li qada berxwedanê ya Girê Amediyê jî 30’ê nîsanê bi çekên nîv otomatîk dijmin kirin hedef, tevgera wan dan sekinandin.
Li herêma Heftenînê
27’ê Nîsanê balafirên şer ber destê sibê derdora gundê Demka ya girêdayî qada Keşanê bombekir. Piştî bomebaranê hêzên Iraqê li gundê Demka bicin bûn.
Derbarê êrişên dewleta Tirk de jî HPG’ê got:
29 ve 30 Nisanê, li herêma şehîd Delîl a rojavayê Zapê, qada berxwedanê ya Girê Bahar û Amediyê, li Xakurkê qada Sinînê, li Metîna qada berxwedanê ya Dergelê, li Zapê qada şehîd Îbrahîm bi giştî 12 caran bi balafirên şer
28 û 30 Nisanê û 1’ê Gulanê li herêma Metîna herêma Serê Metîna, Şêlazê, Dergelê, Golka, Qesrokê ve qada berxwedanê ya girê Hekarî bi helîkopteran hatin bombekirin