Mustafa Karasû ji bernama Taybet a Medya Haberê de axivî bi taybet li ser 1’ê Gulanê roja Kedkar û Karkeran sekinî.
Mustafa Karasû diyar kir ku Meha Gulanê di şexsê Hakî Karer de meha şehîdan e û got;
Şehadetên girîng di meha Gulanê de çêbûn. Ji şehîd Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, heta bi Sînan Cemgîl û hevalên wî, Hevrê Denîz di vê mehê de şehîd bûn.
Karasu di şexsê şehîdên Gulanê de şehîdên doza azadiyê bîranî û got: Şehadet, şehîdên me bûn rêberê têkoşîna me. Eger em di warê siyasî, îdeolojîk, exlaqî û wijdanî de vê mehê binirxînin, em dikarin wateyeke rast bidin şehîdan. Bêguman ev têkoşîn li ser bingeha fedaîtî giha qonaxa îro. Fedaîtiya bi zanebûn pêşketin bi xwe re anî. Ji ber vê Rêbertî dibêje ‘PKK partiya şehîdan e.
Li ser 1’ê Gulanê jî Mistafa Karasû wiha got.
1’ê Gulanê rojeke girîng e, ew roje hemû gel, mirovahî têkoşîna hevpar dike yek. Ez şahidê bûyerên 1’ê Gulana 1977’an ya li Tirkiyê me. Wê rojê, hêzên dewletê 34 karker û kedkar şehîd kirin. Dema êrîş çêbû, em li ber peykerê Taksîmê bûn. Me birîndar û kuştî xistin taksî, qemyonetan û şandin nexweşxaneyan. Piştî vê qedexe hate ilan kirin piştre darbeya faşîst a 12’ê Îlonê kirin û li Tirkiyê 1’ê Gulanê timî bû rojeke têkoşînê.
1’ê Gulanê di heman demê de cejneke sosyalîzmê ye, yan jî divê weke rojeke sosyalîzmê bê dîtin. Divê her kes 1’ê Gulanê bi vî rengî fêhm bike û tevlî têkoşîna demokrasî û azdiyê bibe.
Mustafa Karasû da zanîn tevgera Azadiya Kurd, li dijî hêzên qirker têkoşîn kir û wiha got:
Di encama têkoşîna demdirêj û berdêlên giran de, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de encamek erênî hate bidesxistin. Faşîzma Erdogan û hevkarê wî yê biçûk hatin mahkum kirin.
Lê hîna kabûsa faşîzan a AKP û MHP’ê ji holê ranebûye, di şerê qirêj û taybet de israr dikin. Divê mirov nebêje ku di van hilbijartinan de her tişt biguhere. Bahçelî bi eşkere got, ‘Me ev welat bi hilbijartinê ava nekir’. Erdogan jî xwedî heman fikrî ye û dixwazin Tirkiyê bibin sedsala navîn. Divê têkoşîn bi yekrêziya gelan û di wateya 1ê Gulanê de û heta mahkumkirina faşîzam AKP/MHPê bi xurtî dewam bike.