Mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê tê lidarxistin.
Girseya gel serê sibê berê xwe da qada mîtîngê.
Tevî pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û kedkarên ji bajarên derdorê li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal li hev kom bûn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekretera Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxê Êlihê ya Petrol Îşê Veysel Kartal wê li mîtîngê biaxivin.
Bi hezaran kesên ji bo mîtîngê li hev kom bûn demeke dirêj govend gerandin.
Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa “Jin wê biharê jî aştiyê jî bînin”, “Em êm afê xwe bi dest bixin”, “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin hildan.
Girseya gel tim dirûşmên “Bijî yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” diqîre.
Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir.
Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev.
Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîng lê were lidarxistin ve bi rê ketin.
Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin.
Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.
Tê payîn ku piştî demekî kurt, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Hevşardara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê axaftinekê bikin.
Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna wê di mitîngê de derkevin ser dikê.
v