Milîsên azadiya Kurdistanê şehîdên 1’ê gulanê bîranî, 1’ê gulanê li herkesî pîroz kir û got:
Tevî krîzên aborî û siyasî, êrişên îmha û înkarê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê wateya têkoşîna 1’ê Gulanê zêdetir nîşan dide. Hemû çavkaniyên Kurdistanê di serî de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dewletên faşîst ve tên talankirin. Li bajarên Tirkiyê ji ber şert û mercên xirab û êrişên faşîst bi hezaran karkerên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Hewceye gelê Kurd ji bo têkbirina vê pergala faşîst û ya komkujiyê li welatê xwe bimîne û têkoşîna xwe bimeşîne.
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku sîstema cîhanê ya kapîtalîst ji bilî rijandina xwînê û rondikan, ji bilî zilm, zext û tundiyê tiştek neda karker û kedkaran.
MLKP got, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku xwe ji polîtîkayên dijminatiya li jinê, zilm, mêtingerî, rijandina rondikan û xwînê xwedî dike, rewşa herî şênber a rixandina kapîtalîzmê ye.
MLKP herî dawî got; Gelên Kurdistanê û Tirkiyê, karker, kedkar, bindest, jin, ciwan divê di 1’ê Gulanê de rabin ser piyan. Sîstema mêtinger û faşîzma AKP-MHP’ê divê bê têkbirin, qad û kolan bêne tijîkirin.