Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Yûsûf Dogan anî ziman ku bi giştî 3 hezar û 700 zarok niha li girtîgehan bi dayikên xwe re dimînin. Dogan diyar kir ku zarokên di girtîgehan de ji hemû mafên xwe bêpar dimînin û derûniya gelekan jî xera bûye
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran zarok ji aliye desthilata AKP’ê ve hatine desteserkirin û girtin. Zarokên girtî li girtîgehên ku lê dimînin rastî gelek astengî û pêkûtiyan tên, ji hemû mafên xwe yên zarokatiyê bê par dimînin û her wiha gelek ji wan derûniya wan xerabûye.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivî. Erdogan destpêkê têkildarî hejmara zarokên girtî agahî da û diyar kir ku li gorî daneyên dawîn ên li ber deste wan li girtîgehan 700 jê zarokên ku bi dayikên xwe re dimînin bi giştî 3 hezar û 700 zarok girtî ne.
“Tenduristiya zarokan xera dibe”
Parêzer Erdogan destnîşan kir ku gelek zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan ji dayilk bûne û wiha got: “Bi vê rêbazê zarok jî tên cezakirin. Hemû pêkanînên li dijî dayikan li zarokan jî ferz dikin. Ev yek dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Ji ber vê yekê zarok di salên xwe yên destpêkê de bi nexweşiyan dest bi jiyana xwe dikin.”
Erdogan da zanîn ku nivînên cuda ji zarokan re nayên veqetandin û ev tişt anîn ziman: “Her wiha qadên lîstêkan jî ji zarokan re nayên avakirin. Ev rewş ji bo zarokên ku paşê dikevin girtîgehê jî derbasdar e. Ji ber rewşa li girtîgehan nexweşiyên çerm di temenê wan ê gihaştinê de bi zarokan re peyda dibin.”
“Rewş li Tirkiyeyê berovajî ye”
Erdogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser danezana mafê zarokan û diyar kir ku li gorî vê danezanê girtina zarokan tedbîra herî dawiye û wiha pê de çû: “Li gorî danezanê heke zarok bên girtin jî divê di nav demeke kurt de bên berdin. Lê Tirkiyeyê rewş berovajiyê vê yekê ye. Zarok hem demek dirêj tên girtin û hem jî wek zarokên ji dozên siyasî û adlî girtî ji hev tên veqetandin. Dewlet li gorî vê veqetandinê nêzî zarokan dibe.”
Erdogan bal kişand ser lêgerînên li dijî zarokên girtî jî û diyar kir ku zarok jî wekî girtiyên din di lêgerîna tazî re tên derbaskirin û got ku ji ber ku zarok vê yekê red dikin cezayê dîsiplînê li wan tê birîn û gelek mafên wan tên binpêkirin.