23 xwendekarên Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damenhûrê ya Misirê, lêkolîna bi navê “Dadgeha Dîrokê” bi dawî kirin.
Xwendekaran di lêkolîna xwe de cih daye 4 rêberên rizgariya nîştîmanî yên di dîroka modern de.
Lêkolîn der barê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, Nelson Mandela, fermandarê şoreşa Lîbya Omer El Muxtar û rêberê siyasî yê filistînî Yasir Erefat de ye.
Lêkolîn li pêşberî xwendekar û profesorên zanîngehê hate gotûbêjkirin.
Di lêkolînê de bal kişandin ser dîroka têkoşîna her çar rêberan, ramanên wan û rola wan li hemberî zordestan.
Lêkolîn li ser malperên medya dîjîtal jî hate belavkirin û li ser X’ê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazî kirin.