Bi pêşengiya sazî û dezgehên a li Wanê bi hezaran welatî herîkîn qada 1 Gulanê.
Mitînga ku ji bajarên Serhedê jî kedkar beşdar bûn bi rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerê DÎSK Genel Îş’ê Omer Tekîn ê li ser navê Komîteya Amadekar axivî, wiha got:
“Em piştî berxwedana gelê Wanê ya 31’ê Adarê 1’ê Gulanê pîroz dikin.
Em careke din dibêjin em bi paş ve gavê naavêjin.
Êdî hewcehiya vî welatî bi rêveberiyeke ku alîgiriya kedê û demokrasiyê bike heye.
Em ê dawî li vê rêveberiya yekperest bînin.
Em ê ji bo demokrasî û azadiyê di nava yekitî û piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê jî wiha got:
“Me di 3’yê Nîsanê de li vê qadê got ‘vîna me ya me ye’.
Gelê me bi berxwedaneke mezin xwedî li vîna xwe derketin.
Hewl didin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj bi ser me de têxin meriyetê.
Li dijî vê dê têkoşîna me ya kedê bidome.
Dîsa desthilatê bi sedan hevalên me yên kedkar kirin hedef û îxrac kirin.
Li dijî kesên ku vîna me û keda me xesp kirine em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin.
Çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin û jiyana xwe bi kedê bihûnin.
Têkoşîna me li dijî polîtîkayên şerê taybet, talankirina xwezayê û qirkirina jinê ye.
Em ê têkoşîna vê yekê bi awayekî bixurt bidin.”
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz pişt re axivî jî mudaxileya polîsan a li dijî kesên ber bi Taksîmê ve meşiyan şermezar kir.
Karagoz, wuha berdewam kir:
Keda bi milyonan karker û kedkaran tê xwarin.
Di 31’ê Adarê de gelê me ji vê re careke din got bes e.
Gelê Wanê du caran ji van polîtîkayan re got ‘na’.
Em we hemûyan pîroz dikin.
Ji mezinkirina têkoşîna li hember zêdetir rêyeke me nîne.