Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê û Wargeha Koçberan a Barîke ya Silêmaniyê bi boneya 4. salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê pîrozbahî pêk hatin.
Ranya
Pîrozbahiya ku ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan, Rêxistina Jinên Ciwanên têkoşer û Yekîtiya Ciwanên Rojava ve hatî organîzekirin, li Parka Derewaze ya Ranya di saet 15:00`an de destpê kir. Di Pirozbahiyê de posterên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û şehîdên berxwedana Rojava û alên PYD, YPG û YPJ’ê hatibûn hildan. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdsitanê destpê kir.
Di pîrozbahiyê de Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistan, endamên partiyên Başûrê Kurdsitanê û dehan welatî amade bûn.
Di pîrozbahiyê de Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistan Silêman Ereb axivî û got: “Kobanê bûye nasnameya Kurdan. Keç û xortên Kurdan bi berxwedan û îradeya xwe Kobanê azad kirin. Berxwedana ku li Kobanê hat encandan bingehê xwe ji fikrê Ocalan digre. Zihniyeta azadixaz û demokratîk li beramberî zihniyeta faşsîst ya çeteyên DAIİ û dewleta Tirk bû.”
‘Bê Kurdan çareserî negengaze’
Ereb di berdewama axafrina xwe de got: “Ti kesî em nas ne dikir, heta hinek parçeyên Kurdistanê jî me û berxwedana me nas nekir lê, nasnameya Kurd bi berxwedana Kobanê de derket holê. Berxwedana Kobanê şoreşa Rojava kir şoreşa mirovahiyê, ji ber vê çendê hemû cihan hatin piştgiriya şervanên YPG û YPJ’ê kirin. Her çar parçeyên Kurdistan di serkeftina berxwedana Kobanê de şehîd dan. Berxwedana Kobanê yekîtiya gelê Kurd derxist pês. Destkeftên mê yên Rojavayê Kurdistanê bi xwîna sehîdên her çar parçeyên Kurdistanê hatiye bidestxistin. Dewletên dagirker bi piştgirîya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê dixwestin şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê têk bibin lê, bi yekîtiya gelê Kurd ev êriş hatin şkandin û negihan armanca xwe. Kurd niha di Rojhilata Navîn de bûne hêza çareseriyê, xwedî bandorin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Kurd niha xwedî rolek girîng in û bê Kurdan çareserî negengaze.”
‘Tirkiye di aliyê siyasî de îflas kiriye’
Ereb eşkere kir ku niha deweta Tirk êrişî Kobanê û bi taybet jî Girê Spî dike û wiha pêde çû, “Ev êrişên ku tên encamdan jî nîşan dide ku Tirkiyeyê di aliyê siyasî de îflas kiriye. Kurd bûne xwedî nasname û xwedî statû. Destkeftên gelek mezin û girîng bi dest xistine, ji ber vê çendê dewleta Tirk niha êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Çareserî bê Kurdan nabe. Heya ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Kurd di guftûgoyên çareseriyê de amade nebin, wê şer her dem berdewam bikin û bi dawî nebin.”
Di pîrozbahiyê de Tevgera Azadî û RJAK’ê jî li ser girîngiya Roja Cîhanî ya Kobanê peyamên xwe dan û pîroz kirin.
Şahî bi stranên şoreşgerî yên koma Miştenûr û gerandina govendê bi dawî bû.
Erbet
Welatiyên Rojevayê Kurdistanê yên li Wargeha Barîke ya Erbet a ser bi Silêmaniyê û TEV-DEM’ê Roja Cîhanî ya Kobanêpîroz kirin.
Pîrozbahiyê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê Cewîdan Hesen axivî û got, “Xwedîderketina li Kobanê û Rojava xwedîderketina li tevahiya şehîdan e. Weke tê zanîn dewleta Tirk pêşengiya DAIŞ’ê dike li dijî me. Lê me dît ku tevahiya cîhanê li ser Kobanê bû xwedî helwest û piştgirî da me. Wê serkeftinê Kobanê li cîhanê da naskirin.”
Cewîdan Hesen eşkere kir ku dewleta Tirk dubare êrîşî dike li se Kobanê, lê wê bi sernekeve û got ku wê gelê Kobanê heta dawî têkoşîn û berxwedanê li dijî dijmin bike. Piştre li ser navê Kongreya Star, Rêveberiya Wargeha Barîke û Komîteya Şehîdan peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Koma Şehîd Serhed berhemên xwe pêşkêş kir.
Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.