Emîne Şenyaşar, bi rojan e li ber Wezareta Dadê çalakiya edaletê digire û hemû deriyên wezaretê lê hatiye qedexekirin.

Şenyaşarê got: Hemû dinyayê dengê me bihist, lê Tirkiyê dengê me nebihist.”

Ji sedema qedexkirina wezaretê, polîsan mudaxaleyê Emîne Şenyaşarê kir û dovîza hatibû daleqandin rakirin. Şenyaşar ji ser kursiya bi çerxe rakirin.

Emîne Şenyaşar çalakiya xwe ya li ber wezaretê, bire kolanê û li nivê kolanê xwe dirêj kir.

Emîna Şenyaşar got; We xwe rezîl kir. Edeleta we rezîl e. Edeleta we ya rezîl têk biçe. Hemû dinyayê dengê me bihist, lê Tirkiyê tenê nebihist.