Hêzên dewleta Îranê li Saqizê kolberek Kurd kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, kolberê binavê Hêmin Ehmedî (45) yê ji gundekî girêdayî bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, di dema ku li sînorê Bestam derbas dibû, ji aliyê nobedarên sînor ve yên Îranê ve hate kuştin.
Kolber Newswe roja Çarşema burî raporek ragihand û got; Ji 1’ê Gulana 2023 heta 1’ê Gulana 2024’an 52 kolber ku 44 ji wan zarok bûn ji aliyê hêzên çekdar yên dewleta Îranê ve hatin kuştin. 450 kolber jî birîndar bûne.