Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê îro carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ev 38 mehin ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên ên li İmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de têne ragirtintu agahî nîne.
Ji malbatan birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. Heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.