HPGê got;Viyan Helo, ji Rojhilatê Kurdistanê ye, milîtana Apoyî ya bi nirx bû û mîna şexseke ku bi nirxên xwe yên neteweyî ve girêdayî, di têkoşîna azadiya gelê xwe de cih girt.

Gerilla Viyan Helov, bi îdîa û biryardariyeke mezin di nava refên Gerîla de cih girt û bi berpirsiyariyeke dîrokî rabû.

Hevrê Gerilla Viyan weke jineke Kurd ku navê wê bi berxwedan û têkoşîna azadiyê re hevwate ye, erk û berpirsiyariyên ku dîrokê li ser ferz kirin, bi serketineke mezin bi cih anî û bi vê taybetmendiyê ji hemû jinên ciwan re bû mînak.

Hevrê Gerilla Viyan, bi nasnameya milîtaniya PAJK’ê di her qada jiyanê de têkoşîn kir.

Bi sekna xwe ya zelal ya li ser xeta azadiya jinê, bûye navê bersiva herî rast ya li dijî zîhniyeta serdestiya mêr.

HPGe ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir.

Ilham Saedmucîşî, bi nasnav Viyan Helov, navê dayik Zuleyha navê bav Hûseyîn li Kmyaran ji dayik bûye, di 21ê Nîsana 2024an de li Qendîlê şehîd bû.

Hevrê Gerila Viyan, li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kamyaran, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û bi nirxên neteweyî mezin bû.

Hevrê Gerilla Viyan di temenê biçûk de partiya me PKK’ê nas kir.

Di ciwantiya xwe de rastiya Rêber Apo û Gerîla nas kir û dinava ciwanên welatparêz de têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Viyan di sala 2015’an de, di 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina partiya me PKK’ê de tevlî nava refên gerilla bû.

Hevrê Viyan yekem perwerdeya xwe li herêma Qendîlê dît û li her qada berxwedanê cih girt û di 21’ê Nîsana 2024’an de li Qendîlê tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.