Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk a dagirker vê sibehê ser gundê Marînê de girtine.

Li gor çavkaniyên heremî serde girtin li malên welaparezên kurd Abdullkerîm Dayan, Şahîn Dayan û Abdurahîm Dayan hatine girtin.

Di serde girtinê de Abdurahîm Dayan hatiye binçav kir.

Operasyona leşkerî ya li Geverê jî di roja 7’an de didome

Operasyona leşkerî ya di 27’ê nîsanê de li çolterê gundê Tiloran ê navçeya Gever a Colemêrgê hatiye destpêkirin didome.

Hat zanîn ku operasyon li Çiyayê Sipêrêzê û zozanên Horê, Berê Sor û Warê Conî tê domandin.

Derdora gundê Tiloranê jî ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.

Di dema ketin û derketina gund de kontrola nasnameyan tê kirin.

Li herêmê her wiha liv û tevgera SÎHA’yan heye.