Akademiya Modernîteya Demokratîk di navbera 8-12’ê Nîsanê de li bajarên Slovenya Ljubljana û Koperê rêzekonferans lidar xist.

Di konferansan de fikrên Rêber Apo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatin nîqaşkirin.

Kom û rêxistinên sivîl eleqeyeke zêde nîşan dan.

Ji organîzatorên konferansê Arne Zupançiç, ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û derbarê konferansan de agahî da.

Da zanîn ku 11 konferans organîze kirine û nêzî 300 kes beşdar bûne.

Arne Zupançîç armanca van konferansan wiha destnîşan dike;

“Konferans bi sê armancên sereke pêk hat:

Beşdarbûna têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, Ragihandin û belavkirin paradîgmaya tevgera azadiya Kurd, têkilîdanîna teorî û pratîka tevgerê bi civak, erdnîgarî û têkoşîna me ya li vir re.”

Arne Zupançîç dide zanîn ku fikrên Ocalan ji bo piraniya beşdaran pir nû bûn, bi taybetî jî fikra Jineolojiyê bandora herî xurt kir.”

Arne Zupaçîç wiha dewam dike;

“Wek komîteya amadekar em girîng dibînin ku ramana siyasî ya Kurdî di mufredatên beşên cuda yên zanîngehan de cih bigirin.

Pêşniyara Ocalan a ji bo civaknasiya azadiyê, nêrîna wî ya li ser zanistê bi giştî, jineolojî û pêkanînên şoreşgerî yên Rojava ne tenê weke mijara lêkolînê, ji bo têgihiştina civak, dîrok û rêxistinbûna me jî weke pêşniyarên berbiçav girîng in.

Bibîr dixe ku li Slovenyayê lêkolînên akademîk ên li ser Kurdan dest bi weşanê kirin û dibêje;

“Journal for the Critique of Science, Imagination And New Anthropolog weşanxaneyeke akademîke ku îro bi zimanê Slovenî li ser têkoşîna Kurdan weşanê dike.

Wergera ‘Şoreşa li Rojava’ ya Anja Flach, Ercan Ayboga û Michael Knapp, di sala 2019’an de ji vê weşanxaneyê derketin.

Pirtûka Dilar Dirik a bi navê ‘Tevgera Jinên Kurd’ jî bi zimanê Slovenî hat çapkirin.”

Arne Zupançîç da zanîn ku li Slovenya ji sala 2004’an û vir ve welatekî NATO’yê ye û got:

“Praniya xelkê Slovenî Tevgera Kurd bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dizanin û nas dikin.

Kal û pîr Ocalan û revandina wî dizanin, sosyalîst û kesên pêşverû jî şoreşa Rojava dizanin.

Ji ber vê yekê ew rastiyên bingehîn dizanin.

Her çiqas Slovenya beşek ji NATO’yê be jî, NATOyê erênî nabînin.

Ji ber vê yekê her çend tevger were krîmînalîzekirin û wekî ‘terorîst’ were binavkirin jî, mirovên li vir zêde guh nadinê.”