Çavkaniyên xwecih ragihand ku zarokekî niştecihên biyanî yên ji Hesekê hatine û li bajarokê Racoyê bi cih bûne ku navê wî Elî Derwîş (15) e bi amûreke tûj li zarokê bi navê Mihemed Ferîd Mistefa (9) yê ji gundê Çeqmaqayê Mezin û li Racoyê dimîne, xistiye.

Li gorî çavkaniyan, Mistefa di refa 3`yê seretayî de ye û bûyer 1`ê Gulanê li qada dibistana Sabit Xelef El Hoş qewimiye.

Heman çavkaniyan da zanîn ku zarok Mistef ji serê xwe de birîndar bûye û li nexweşxaneya Racoyê hatiye dermankirin. Lê belê sedema bûyerê nehatiye zanîn.

Ji destpêka 2024`an ve, ev cara pêncan e bûyerên bi vî rengî diqewimin. Di piraniya wan bûyeran de amûrên tûj wek kêr hatine bikaranîn.