Xalit Karasungur bi ser navê ‘Li Başur Provokasyon û Dagirkerî’ rewşa dawî ya êrîşên dewleta tik a dagirker bi hevkariya PDK’ê li hember gerîlayên kurdistanê nirxand.

Divê destûr neyê dayîn ku xaka Kurdistanê jinûve û were dagirkirin û binpêkirin.

LI BAŞÛR PROVOKASYON Û DAGIRKERÎ

Di roja me de yek ji welatên ku li Rojhilata Navîn bi şer, geşedan û pevçûnên derdikevin holê û ji vî şerî tîmar dibe Tirkiye û desthilatdariya Erdogan e.

Tirkiye û desthilatdariya Erdogan ne tenê di aliyê krîza ekonomîk de, di polîtîkaya derve û dîplomasiyê de jî rû bi rûyê lihevnekirinên cidî ye.

Dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan weke yekane rêya derbaskirina vê krîz û xitimînê, şerekî hîn mezintir weke çareserî dibîne.

Divê serdanên şefê faşîst Erdogan ên li Bexda û Hewlêrê jî bi vê perspektîfê were nirxandin.

Li ser têkîliyên bi PDK’ê û Tirkmenên Sunnî re pêş xistî, dixwaze bêîstiqrariya bi serê Iraqê hatî kûr bibe û bidome.

Hewl dide têkildarî avê îştaha Iraqê veke û tawîzê jê bistîne. Dibêjin, eger Iraq têkildarî mijara PKK’ê gavên pêwîst û têrker bavêje, wê li beramberî vê yekê dest ji her tiştê berdin.

Têkildarî hevdîtin û peymanên ku şefê faşîst Erdogan li Bexdayê pêk anîne, gelek nîqaş û nirxandin hatin kirin. Ya tê dîtin ew e ku Bexdayê gelek tawîz dane şefê faşîst, dagirker û qirker Erdogan.

PKK û Kurd têkildarî van mijaran ji dewleta Iraqê dixwaze ku îdîa û gotinên heyî, şîrove bike.

Eger Iraqê destûr dabe şefê faşîst Erdogan ku artêşa Tirk li ser xaka Iraqê di kûrahiya 40-50 km de bi cih bibe û operasyonê bike, yanî eger têkildarî vê yekê pê re li hev kiribe, helbet ev rewşeke cidî ye. Herhal PKK wê vê rewşê binirxîne.

Ya duyemîn, eger weke hatî îdîakirin Iraqê bi dewleta Tirk re li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê odeya operasyonê ya hevpar danî be, ev jî rewşeke xeter e.

Dîsa tê diyarkirin ku kesê jê re gotin musteşarê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, têkildarî PKK’ê talîmat, biryarnameyek amade kiriye û ev talîmat ji hemû saziyên eleqeder ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê re şandiye.

Li go rî gotinan, di vê talîmatê de hatiye gotin ku PKK bi ti hincetê, bi ti çalakiyeke siyasî, leşkerî û civakî divê li ser xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê jî di nav de) li ti derê nebe.”

Di vê talîmata navborî de tê xwestin ku çalakiyên bi vî rengî bên astengkirin.

Mijareke din jî hin agahî ji bin ve belav dibin ku hêzên sînor Heres Hudut bi taybetî wê li qadên Pencêwîn û Asosê bên bicihkirin, Iraq amadekariyên vê yekê dike û di vê yekê de bi biryar e.

Bicihbûneke wisa karên dewleta Tirk a dagirker hêsan dike, pirsgirêkan hîn girantir dike.

Tevî ku têkildarî van mijaran zexteke mezin li ser YNK’ê heye, mirov nikare bêje ku YNK rasterast û tam di nava vê planê de ye.

Tê dîtin ku YNK polîtîkayeke welê dişopîne ku bêyî ku bi her kesê re bibe dijber, her kesê îdare dike.

Dibe ku Îran nexwaze dewleta Tirk li herêmê bi hêz bibe û bibe hevkarê polîtîkayên ku xizmetê ji berjewendiyên înîsiyatîfa dewleta Tirk re dikin.

Lê bi muhtemel dibe ku mijara herî rehet û herî bêpirsgirêk bi dewleta Tirk re li hev bikin ew be ku artêşa Iraqê (Hêzên Heres Hudut) bi rengekî tam li ser hemû sînorên Iraqê serwer bibe.

Ya din jî rol û wezîfeyên PDK’ê hene ku weke partnerekî samîmî yê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de girtiye ser milê xwe. Bi rastî jî ev ji bo hemû Kurdan şermezarî û rûreşî ye.

Pozîsyona PDK’ê ya heyî pir qirêj û xirab e.

Jixwe ji bo hilbijartin jî bên taloqkirin û pêk neyên, serî li her cûre rê û rêbazên qanûnî û ne qanûnî dide.

Bi kurtasî divê Iraq rewşa heyî û geşedanan bi perspektîfeke dîrokî binirxîne û teqez nekeve şaşitiyeke wisa ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re hevpar tevbigere û di şerê li dijî Kurdan de cih bigire.