Li Girtîgeha Kurkçûler Tîpe T û Tîpe F 8 jê giran zêdeyî 30 girtiyên nexweş hene.

Girtiyên nexweş ji ber ku li dijî ferzkirina “lêgerîna nava dev” derdikevin,nabin nexwexanê û mafê wan yên tenduristiyê tê bin pê kirin.

Herî dawî girtiyên bi navê Kemal Ozelmalî û Mazhar Guler, di 8’ê Tebaxa 2022an de ji ber “lêgerîna nava dev” serî li Serdozgeriya Komarê ya Edenê dan.

Guler diyar kir ku ew nexweşê Hepatît B ye û di gurçikên wî de kîst heye. Ji ber van nexweşiyan divê 3-6 mehan carekê biçe nexweşxanê. Lê di dema sewka nexweşxanê de “lêgerîna nava dev” lê tê ferzkirin. Ji ber ku ez vê ferzkirinê qebûl nakim, zêdetirî salekê ye min nabin nexweşxanê.

Fermandariya Cendirmeyan ya Edenê jî, ji bo “lêgerîna nava dev” nêrîna xwe ragihand dozgeriyê û got; Em ji bo “ewlehiyê” lêgerîna nava dev dikin. Dozger jî biryara “neşopandinê” da.

Serokê Komeleya Pisporên Tiba Edlî (ATUD) Prof. Dr. Ahmet Hîlal li ser binpêkirina mafên tenduristiyê ya girtiyan axivî û got; Ji ber ferzkirina “lêgerîna nava dev” binpêkirina mafê dermankirina girtiyan, binpêkirineke mafê jiyanê ye.

Îdareyên girtîgehan divê ji bo xwegihandina mafê tenduristiyê tedbîrên hêsan bigirin. Bijîşkên li girtîgehan jî, divê karê xwe bi awayekî serbixwe bikin. Divê gihandina mafê tenduristiyê wekî cezakirineke cuda neyê bikaranîn.