Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komûnarên Şoreşger\Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî (DKP-BOG) Tekîn Yoldaş got: ‘’Hevrê Ûlaş Bayraktaroglû di jiyana xwe de şoreş pêk anî û şoreşgeriya xwe ji me re bû pêşeng.’’
Tekîn Yoldaş bal kişand ser kesayeta Ûlaş Bayraktaroglû ya şoreşgerî û vê peyamê da:
Hevrê Ûlaş şoreşgerekî wisa bû ku ji me hemûyan re bû mînak.
Me di nava tevgera ciwanan de, di nava ciwanên zanîngehê de, di berxwedana YOK’ê de û di berxwedana Geziyê de tim bi pêşengtiya Hevrê Ûlaş têkoşîna xwe meşand.
Bi taybetî jî bi pêşengtiya xwe ya di berxwedana Geziyê de tê naskirin û weke sembolekê bû.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava tevlîbûna hevrê Ûlaş a şoreşê ji bo tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin bû.
Di biryara avakirina Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî de xwedî roleke mezin bû.
Tevgera Azadiyê ya Yekbûyî di serdema berxwedana Kobanê de hate avakirin.
Di wê pêvajoyê de bi pêşengtiya hevrê Ûlaş rêxistinbûn pêş ket.
Ûlaş tevlî pêngava Minbicê û pêngava Reqayê bû û her wiha di hemû şerên din de jî cih girt.
Yanî em dikarin bibêjin ku hevrê Ûlaş bi jiyana xwe şoreş pêk anî.
Di salvegera şehadeta wî de em bi rêzdarî û minetdarî hevrê Ûlaş bi bîr tînin û em soza mezinkirina têkoşîna wî dubare dikin.”