Çalakiya xizmên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li gelek bajaran didome.

Li Edenê, Xizmên girtiyan xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê daxuyaniyekê bidin.

Li ser dijberiya polîsan, xizmên giriyan çûne Parka Înonu û daxuyanî dan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Edenê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û got:

Tecrîda li ser Ocalan krîzên aborî, siyasî û civakî kûrtir dike.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li welat divê tecrîd bi dawî bibe.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Li Şemzînanê jî, Xizmên girtiyan li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan.

Ji ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz axivî û got;

Xizmên girtiyan nikarin agahiyan ji zarokên xwe bigirin lewma bi fikar in.

Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku demildest daxwazên girtiyan qebûl bikin, tecrîdê bi dawî bikn û girtiyên nexweş berdin.”

Ji xizmên girtiyan Fahîr Geylanî jî axivî û got;

Meheke ku em tu agahîyan ji zarokên xwe nagirin.

Li girtîgehan çi diqewime em nizanin.

Divê daxwazên malbat û girtiyan bên qebûlkirin.

Wezareta Dadê ku dibêje ‘tecrîd tune ye’ berpirsiyar e.

Daxwazên girtiyan însanî ne û divê demildest werin qebûl kirin,

Divê girityên nxeweş jî werin berdan.

Li Mêrsînê jî, xizmên girtiyan xwestin li pêşiya avahiya AKP’a Mêrsînê daxuyaniyê bidin.

Polîsan pêşiya girseyê girtin. Girse çalakiya rûniştinê pêkanî.

Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan axivî û got;

Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.

Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.

Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên kronîk jî girantir dibin.

Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî axivî û diyar kir ku ew dixwazin rijandina xwînê bi dawî bibe.

Eren, got, ji bo aştiyê divê rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.