3. Kongreya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdariya 540 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, li Qamişloyê hate pêkanîn.
Di kongreyê de peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê hat xwendin.
Piştre cîgirê hevseroketiya Meclîsa Rêveber Hemdan Ebid axivî û got:
Em ji cîhanê re eşkere dikin ku em bangên aştiyê dikin.
Em zimanekî lihevkirinê dixwazin.”
Berdevka Kongra Star Reyhan Loqo jî axivî û got;
Pêwîst e îslameke demokratîk, civakeke exlaqî û siyasî û jiyaneke aram û ewle bê avakirin.
Kongra Îslama Demokratîk jî ji bo pêkanîna vê yekê têkoşinê dike û wê têkoşîna xwe biodmîne.
Piştî axaftinan perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser olên Îbrahîmî ji aliyê Ebdurehman Bedirxan ve hatin xwendin.
Di dawiya kongreyê de Evîn El Hecî û Mihemed Mela Xelîl weke hevserokên Îslama Demokratîk a Bakurê Sûriye û 16 endamên Meclîsa Rêveberiya Giştî û Koordînasyona Jinan hatin hilbijartin.