Jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Holanda, wê îsal bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ya Elmanya TJK-E, 18. Festîvala Jinan a Zîlan, li Elmanya bajarê Duîsburgê lidarbixin.
Di festîvalê de bernameyeke dewlemend a çand, hunerê û berhemên destan ya jinan hebin û stand werin vekirin.
Berdevka TJK-E Ayten Kaplan derbarê amadekariyan de axivî û got;
Festîwala Zilan bi felsefeya jin, jiyan, azadî tê pêkanîn.
Îsal di festiwalê de hem jî ji aliyê civakî de, hem di aliyê çandîde tiştên cûda hene.
Ji bo zarokan jî wê qadek bê amadekirin.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi rengê xwe başdarî 18. Festîvala jinan a Zîlan bibin.
Berdevka YJK-E Kezban Dogan jî got;
Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin.
Festîvala şehîd Zîlan hem di aliyê navê xwe, hem jî ji aliyê dirûşmeya xwe ve gelek girîng e.
Em bi vê festîvalê dixwazin bibin bersiva demê.
Çawa ku di 10’ê Cotmeha 2023’an di pêngava bi dirûşmeya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ jin bi rola xwe rabûn.
Di pêvajoya ve festîvalê de jî em bawerin jin wê li hemberî her cure êrişan helwesta xwe nişan bidin.”
Kezban Dogan jî bang li hemû jinan kir ku 15’ê Hezîranê qada festîvalê bi rengê xwe bi xemilînin.