Bi sedan Kudistaniyên li paytexta Finlanda Helsinkî jiyan dikin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê û qetilkirina zarokan meşeke herikîn qadan.
Çalakgeran ji qada bajarê dest bi meşê kirin.
Di meşa de pankarên “Em dewleta Tirk şermezarkirina dikin, kujer Erdogan” vekiribûn û alên YPG, YPJ û QSD‘ê hilda bûn.
Çalakgeran her wiha dirûşmeyên silavkirina 1‘ê Mijdarê û rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê beriz dikirin.
Çalakgeran piştî ku li gelek kolanan geriyan, li qada destpêkê ya meşê zîvirîn û li wir dawî li meşê anîn.