Rêvebera TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku hemû cîhan hêza aştiyê ya RêberAbdullah Ocalan dibîne û got: “Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo astengkirina yekbûn û hêviya gel her tiştê xerab dike.”

Sebahat Bîçer bal kişande ser greva biçrîbûnê ya girtiyên siyasî û got; Nijhadperetsiya di radeya faşîzmê de guhên xwe ji her bang û daxwazê re girtine. Sed sal in ku girtin û kuştinê dikin. Êdî eşkere bûye ku desthilatdarî nikare bi binçavkirin, girtin û komkujiyan gelê Kurd têk bibe. NIha jî bi amurên hişber û fûhûşê dixwazin civaka Kurd tune bikin.

Em weke Kurd, bi kiryarên wiha faşîzan re rû bi rû dimînin, lê têkoşîna me jîd ewam dike û em dixwazin tecrîd rabe. Hemû cîhanê dît ku fikir û nêrînên Birêz Ocalan wê li vî welatî çi biguherîne. Her kesê hêza wî ya aştiyê dît.

Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo astengkirina yekbûn û hêviya gel her tiştê dike. Jin, ciwan û zarokan bêsiberoj dihêle û mehkûmî bêhêvîtiyê dike.

Sebahat Bîçer herî dawî got; Divê gel li dijî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, krîzên siyasî û ekonomîk xwe rêxistinî bike. Eger em dixwazin di her qada jiyanê de azad bijîn, divê em bibin deng ji girtiyan re.

Divê em jî li dijî tecrîdê li ser piyan bin. Em bang li hemû malbatên girtiyan, xizmên wan; hemû kesên alîgirê demokrasî û aştiyê dikin. Beşdarî daxuyaniyên me bibin ku her roja Duşemê em ê li ber girtîgehan bixwînin. Bi me re dengê xwe bilind bikin.

Heta ku tecrîd bi dawî bibe, ev çalakî jî wê dewam bikin. Em ê heta dawiyê daxwazên xwe bînin ziman û çalakiyên xwe yên ji bo azadiyê bidomînin.”