Tevgera Jinên Kurd a Ewropa-TJK-E bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir û bange xurtkirina têkoşînê kir.

TJK-E. got: Ev tecrîda mutleq û êrîşên li dijî Rêber Apo li dijî hemû gelê Kurd, jin û mirovahiyê ne. Bêdengbûna hemû saziyên navneteweyî bi taybet jî ya CPTê, rê li ber faşîzma AKP û MHPê vedike.

Ji bo gelê Kurd, jin, ciwan û hemû kesên azadîxwaz yekane rê mezinkirina tekoşîna li dijî faşîzmê ye. Ev yek jî bi kombûna li dora Rêber Apo pêkan e.

Roj roja seferberiya azadiya Rêber Apo û piştevaniya Gerîlayên Azadiyê ye.

Roj roja bi berzkirina dirûşmeya; ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ûberzkirina diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û layiqbûna şehîdan e.

Em ê weke TJK-Eê, em ê 15’ê Gulanê li bajarê Strasboûrgê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyekê bikin. Ev çalakiya me wê bibe israra me ya têkildarî azadiya Rêber Apo. Wê bibe banga li tevahiya Ewropa ku li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng nemînin.

Em weke TJK-Eê bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiya me ya di 15’ê Gulanê de li Strasboûrgê were pêkanîn bibin.