Jinan li Elmanya bajarê Kolnê standa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” danîn û broşur belav kirin.

Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan û endamên Jinên Ciwanên Tekoşer -TekoJIN, li Clodwîgsplatzê hat danîn û heta tevahiya rojê berdewam kir.

Di standê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin danîn û li qadê jî wêne û poster hatin daleqandin.

Jinan, broşurên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike belav kirin û bal kişandin bi ser pergala qirkirina li Îmraliyê.