Li Kerkûkê, li Navenda Çandê ya bajêr, bi dirûşmeya “Şîna min şîna ciwaniyê ye” ji bo tabloyên Xalid Reza pêşangehek hate vekirin.
Di pêşangehê 40 tabloyên hunermend Xalid Reza ne û li se rjinên Kurd in.
Hunermend û muzîsyen Klara Elî serdana pêşengehê kir û li ser pêşengehê û wêneyên di pêşengehê de axivî û got; Vekirina pêşangehên hunerî ji bo bajarê Kerkûkê gelekî girîng e. Bi taybetî tablo têkildarî jinan e û gelekî baş e. Ji ber ku mijara jinan di nav civaka me de mijareke hestîyar e. Ez hêvî dikim em bi riya vê pêşangehê bikarin balê bikişînin ser maf û rola jinan ya di nava civakê de.
Hunermend Xalid Riza jî têkildarî pêşangehê axivî û got: Min di şeş mehan de ev tablo ji bo pêşangehê amade kirin û ev pêşangeh duyemîn pêşangeh e ku ez vedikim. Ev pêşangeh, bi pêşengiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê, bi dirûşmeya ‘Şîna min şîna ciwaniyê ye’ hat vekirin. Piraniya tabloyên min taybet bi jinan in, ji ber ku jin beşeke civakê ya girîng in û her tim mexdur dibin. Rol û girîngiyeke jinan a taybet di nav civaka me de heye.