18. festîvala Zîlan îsal bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Almanya YJK-E bi beşdariya Jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Holandayê tê lidarxistin

Festîvala îsal bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve’ 15’ê Hezîranê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê were lidarxistin.

Di festîvalê de ku xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye, hunermend Xecê, Sîmav Huseyîn, Suna Alan, Firmêsk, Koma Zarokan a MA, Koma Folklorê ya Efganistanê, Govend, Koma Zarokên Rojê, Jinên Dengbêj wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha wê gelek qiseker jî li festîvalê peyamên xwe bidin.

Li gel bernameya çandî wê berhemên destan ên jinan jî bi standan bêne nasandin.

Derberê pêngava xweprastin û xwerêxistinkirinê, bandora medya dîjîtal li ser ciwanan û jin û aştiyê panel pêk bên.

Wê kolanek ji bo çanda Kurdî bê amadekirin û hemû motîfên Kurdî bêne nîşandan.

Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.

Komîteya amadekar a festîvalê 4. civîna xwe li dar xist.

Ji Komîteyê Berdevaka TJK-Ewropayê Ayten Kaplan û Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan axivîn.

Her wiha wekî her sal îsal jî wê qadek taybet ji bo zarokan were veqetandin. Koma Zarokan a MA jî wê ji zarokan re bistrê.

Berdevkan anî ziman ku ew dixwazin bi felsefeya jin, jiyan, azadî li qada festîvalê hêza xwe ya rêxistinî û tekoşînê bikin yek.

Bang li hemû jinan kir ku bi rengê xwe başdarî 18. Festîvala jinan a Zîlan bibin.