Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê di 29’ê adarê de têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê rapora xwe eşkere kiribû û gotibû ku dîmen û dengê hevdîtinên girtiyên siyasî yên bi parêzerên wan re tên qeydkirin.
Hat zanîn ku sepana heyî didome. Hûrgiliyên nû yên di sepanê de derketin holê.
Li gorî agahiyan; biryara têkildarî qeydkirina dîmen û dengên hevdîtinan, piştî serlêdana rêveberiya girtîgehê ya di sala 2021’an de ji bo dozgeriyê kirî dest pê kiriye.
Dadgeriya Înfazê ya Tokatê di 2021’an de biryar da û qeydkirina dîmen û dengê hevdîtinan erê kir. Biryar ji bo 3 mehan bû lê ev dem 11 caran hate dirêjkirin. Lê belê ev biryar bi girtî û parêzeran re nehate parvekirin.
Parêzer Ahmet Taş ku çend roj berê li girtîgehê çû serdana miwekîlê xwe, li dijî vê rewşê îtîraz kir.
Rêveberiya girtîgehê jî biryara hatiye dayîn ji parêzer Taş re şand.
Di biryarê de her wiha daxwaza bi nîşaneya “nepen” a rêveberiya girtîgehê ji dozgeriyê re şandî jî heye.
Di daxwazê de hatiye gotin ku heke biryar bê dayîn bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” bila ev biryar bi girtiyan, parêzeran û malbatên girtiyan re neyê parvekirin.
Di biryarê de tê gotin ku divê hevdîtina girtiyên siyasî ya bi parêzeran re de bi cîhazên deng û dîmen bên qeydkirin, di dema hevdîtinê de peywirdarek amade be, mînakên belge, dosya û axaftinên di navbera wan de bên qeydkirin û desteserkirin.
Her wiha dadgerî dibêje ku divê hevdîtin saetekê derbas neke.
Piştî şandina biryarê, parêzer Taş di 7’ê gulana 2024’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tokatê îtîraz kir.
Hat zanîn ku pêvajoya îtîrazê hêj didome.
Parêzer Ahmet Taş da zanîn ku sepana behsa xeberê tenê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê heye, bi temamî ji ber hincetên razber hatiye dayîn. Dibêjin ‘agahiyên ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê’ lê di nava 3 salan de tu delîlên şênber bi dest nexistine. Divê tavilê ev beryar were betalkirin.
Girtî tenê bi rêya parêzer bi derve re peywendiyan datîne. Dibe ku di dema hevdîtinê de agahiyên taybet bên parvekirin. Mehremiyet tê binpêkirin. Heman sepan di dema OHAL’ê de hebû. Divê her kes li dijî vê sepanê dengê xwe derxîne.”