Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ji ANFê re axivî û anî ziman ku ji bo li navçeyê pirsgirêkek ciddî ya tenduristiyê li nava gel rû nede, wan hemû derfetên xwe seferber kirine.

Hamdiye Bîlek got; Qeyûm beriya ku biçe ji bo gel ceza bike û şaredariyê tengav bike, gelek tiştên xerab kirine. Pirsgirêka destpêkê jî berhevkirina çopa li navçeyê bû. Me amûrên paqijiyê ji Şaredariya Mêrdînê xwestin. Gel jî bi dilzwazî tevlî kar bû.

Qeyum şaredarî bi 106 milyon TL deyndar kiriye. . Hatina mehane ya şaredariyê 38 milyon TL ne, lêçûn jî 43 milyon TL ne. Me bi deyn dest bi kar kir û em mecbur in, ziyanên ku qeyum kirine çareser bikin.

Yek ji pirsgirêkên ku qeyum xerab kiriye xeta avê bû. Ava Qoserê ji Ava Spî, ya navbera Nisêbîn û Midyadê tê. Borî ne hatibûne nû kirin û cih cihan teqiyan e. Av qut dibe û gel şepirze dibe. Niha bi riya hevpara MARSÛ em boriyan nû dikin.

Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay herî dawî got; Binesaziya Qoserê nehatiye çêkirin. Ji bo vê jî em bi gel re û bi sebir, ziyanên ku qeyum kirine yek bi yek çareser bikin.