Duran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk didine Rêber Abdullah Ocalan, hîleyeke hiqûqê ye.
Armanc jî astengkirina biryara jinûve darizandina DMME ye.
Duran Kalkan, berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo silav kir û got;
Di sîstema tecrîdê de guhertinek nîne.
Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayin.
Rapora CPT jî, ji hin aliyan ve mikurhatinbû.
Ji hin aliyan ve jî bi rastî ne ya fêhmkirinê bû.
CPT dibêje, ‘Em organa rêveberiyê ne.
Yanî organeke rêveberiyê ya ser bi Konseya Ewropayê, ya girêdayî dewletan e.
Em raporê didin wan. Eger ew bixwazin wê bê eşkerekirin, nexwazin naye eşkerekirin.
Erk û hêza me nîne ku em raporekê jî eşkere bikin’.
Eger hêz di destê dewletê de be, saziyek ku weke karmendê rêveberî û van dewletan e, nikare êşkenceyê asteng bike, tenê dikare veşêre.
CPT jî vî karî dike.
Em ji daxuyaniyên hin hiqûqnasan, bi taybetî, ji daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê fêhm dikin ku ev daxuyanî ne rast e.
Hiquqnas dibêjin, erka CPT gelekî zêde ye.
Lê dema mijar dibe Îmrali, Rêber Apo û gelê Kurd erka vê saziyê û saziyên din têne guhertin. Ev jî dirutî ye.
Dema mirov li navê vê saziyê dinêre, mirov dibîne ku daxuyaniya parêzeran, hiqûqnasan rast e.
Em dibînin ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa -DMME jî erka xwe bi cih neaniye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, beriya çed salan ji bo jinûve darizandina Rêber Apo biryar da, lê biryara xwe bi cih neanî, neşopand.
Ev jî dide xuya kirin ku bi fermanan kar dikin.
25 sal in tiştek nekirine. Di bin fermana siyasetê de tevdigere û hiqûq nîne.
Ya rast, Konseya Ewropa, desthilatdariya Tirkiye, DMME, CPT, yanî NATO û dewletên Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, hemû dewlet li gorî vê tevdigerin.
Biryara DMME, ya jinûve darizandinê asteng kirin, vala derxistin.
Di vir de hevkariyeke sûc heye. Nêrîneke hevpar heye.
Eger ne bi vî regî bûye, Wezîrê Edaletê yê Tayyîp Erdogal, welê bêperwa nediaxivî.
Ewqasî heqaret nedikir, Gotina ‘Li Îmraliyê tecrîd nîne, her tişt baş bi rê ve diçe’ nîşan dide ku pişta xwe çiqasî qewîn e, zane ku kes li ber ranabe.
Divê bi vî rengî bê nirxandin.