Tevgera Jinên Kurd a Ewropa-TJK-E ji bo pestê li CPT bike sibê li ber avahiya CPT hemû jinên kurdistanî û dostên wan kom dike.
TJK-E doh bi daxuyaniyekê banga beşdariya girseyî kir, got: Li hember tecrîda mutleq û êrîşên li dijî Rêber Apo bêdengbûna hemû saziyên navneteweyî bi taybet jî ya CPTê, rê li ber faşîzma AKP û MHPê vedike.
Ji bo gelê Kurd, jin, ciwan û hemû kesên azadîxwaz yekane rê mezinkirina tekoşîna li dijî faşîzmê ye.
TJK-E got: Emê 15’ê Gulanê li bajarê Strasboûrgê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyekê bikin. Ev çalakiya me wê bibe israra me ya têkildarî azadiya Rêber Apo. Wê bibe banga li tevahiya Ewropa ku li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng nemînin.
Em weke TJK-Eê bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiya me bibin.