Komîteya Rêveber a PKK’ê rêberê şoreşger yê mezin û şehîd mezin yê destpêkê yê Tevgera Azadiya Kurd Hakî Karer bi daxuyaniyek bi bîr anî.

PKK, got; Gelek eşkere ye ku Karwanê Şehîdan ya bi hevrê Hakî Karer destpê kir û bi pêşengiya şehîdan, di nava coş û kelecaneke mezin de, dikeve sala 48’an gerdûnî bûye.

Şehîdên me ew in ku rastiya Rêbertî herî baş fêm kirine û bi rengekî herî serketî pêk tînin. Şehîdên me rastiya xeta Apoyî û îspata serketinê, ava dikin.

Tevger û gelê me, vê rastiyê dizane û dfi şopa şehîdan de dimeşe, wê teqez wê bi serbikevin.

KCKe bal kişande ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û got; Em ji dil bawer dikin ku bi meşa li ser xeta Berxwedana Hîlwanê ya dîrokî ku ji bo bîranîna şehîdê me yê 19’ê Gulanê Halîl Çavgûn hate kirin û li ser şopa Berxwedana Zindanan ya Mezin a şehîdên me yên 17’ê Gulanê wê serketinê misoger bike.

Ev rastî duh jî wiha bû, îro jî wiha ye.

Yên ku 16’ê Gulana 1997’an komkujiya Hewlêrê pêk anîn, îro li pêş artêşa Tirk a dagirker, ji bo qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê, klavûztiyê dikin.

Em chevkarî û xiyanetê şermezar dikin û di şexsê hevrê Hêlîn, Salih û Ozan de hemû şehîdên komkujiya Hewlêrê bibîrtînin.

Weke tê zanîn, 52mîn salvagera meha Gulanê ya Şehîdên Tevgera Şoreşger a Tirkiyê Denîz û hevalên wî ye.

Dîse salvegera şehadeta 51’an a şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya ye. Bi vê wesîleyê di şexsê van pêşengên şoreşger de, hemû Şehîdên Şoreşger yên Tirkiyeyê bibîrtînin.

Ew bûne xeta têkoşîna me ya şoreşê û baweriya serketinê.

Niha jî di bin ala HBDH’ê de rolê xwe didomîne û faşîzma AKP-MHP’ê dihilweşîne û rê li ber Şoreşa Rojhilata Navîn vedike.

Îttîhat û Terakkî, rewşenbîrên Ereb di 16’ê Gulana 1916’an de şehîd kirin,

Şoreşgerên Ereb jî roja 16’ê Gulanê weke Roja Şehîdan îlan kirine.

Em van lehengan û hemû şehîdên têkoşîna Rojhilata Navîn a demokratîk jî bibîrtînin.

Di di sala 26’an ya sîstema qirkirina Îmraliyê de, Rêber Apo li ber xwe dide. Li Zapê li her qadê Gerîlayên me li ber xwe didin. Tevgera me ya jin û ciwanan li ber xwe didin.

Divê em hîle û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê, bi berxwedana topyekûn, bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî parçe dikin.

Divê her Kurdekê ji xwe re dibêje welatparêz im vê rastiyê ji bîr neke û her roj teqez pêdiviya wê bi cih bîne.

Hêêzn komploger, bi cezayên disîplînê, nahêlin Rêber Apo di sala 25’an de jinûve were darizandin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Hewl didin vê hîleyê di roja me de jî pêk bînin.

Hevdîtina bi parêzeran re asteng dikin û bi vî rengî pêşî li têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo digirin û destûrê nadin ku yek gotina wî derkeve ji derve.

38 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin û derbarê rewşa wî ti tişt nayê zanîn.

Êdî gotin qediya ye, roj roja têkoşînê ye. Dem dema rabûna topyekûn ya li ser piyane.

Weke PKK m bang li jin, ciwan û hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku rewşa heyî jinûve binirxînin û li dijî hîle û zextan têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, li her qadê bilind bikin!

Em bang li her kesî dikin ku xebatên ji bo zimanê Kurdî, bi têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya berxwedana Îmralî û Gerîla re bikin yek û xurtir bikin.