Parêzer Cemal Demîr daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk, ku beriya niha bi demeke kurt gotibû ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re ti astengî nîne’ nirxande û got; Teva derewan dikin, lê derew rastiyan naveşêrin
Prz. Demîr destnîşan kir ku Îmraliyê, sucekî dîrokî tê kirin. Hem hiqûqa hundir, hem hiqûqa navneteweyî bin pê dikin. Mixabin CPTe jî bûye parçayek ji sîstema Imraliyê, êdî bawerî bi CPT nameye.
Hem cezayê disîplînê siyasî ye û keyfî ye, hem daxuyaniya Wezareta Edaletê sosret e. Dibûjin, li pêşiya hevdîtinê astengî nîne. Birêz Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Sedema vê tecrîdê jî detshilatdarî ye. siyaseta şer e., siyaseta tolhildanêû ye. Ev bêhiqûqî, bi daxuyaniya Wezareta Edaletê nayê îzah kirin. Derew tu caran rastiyan venaşrêin.
Ev welat kirine xeşîmek tarî êdî be se, divê vegerin ser xeta demokrasî û aştiyê.
Prz. Cemal Demîr herî dawî got; Tecrîd kiryareke li dijî mafên mirovan û demokrasiyê ye. Li dijî hiqûqa Yekîtiya Ewropa ye. Mixabin israr di tecrîdê dewam dike. Armanca ku ji tecrîdê hêvî dikin, tu caran pêk neyê. Fikir û felsefeya Birêz Ocalan ji aliyê gel ve hatiye fêhm kiin. Bi tecrîdê nikarin ji gel qut bikin.
Divê dawî li vê kiryarê bê anîn û hemû astengiyên li pêşiya dengê aştî û demokrasiyê werin rakirin. Dubare dibêjim Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi kêrî kesî nayê, bi kêrî desthilatdariyê jî nayê. Divêv tecrîd bê rakirin.