Gerîla YJA Starê Bêrîtan Dersim,di salvegera 48’an ya şehadeta Hakî Karer de axivî û got; Hakî Karer tevî ku Tirk bû, bi Rêbertî re xwedî dilsozî û hevrêtiyeke mezin bû. Weke hevalekî enternasyonal ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşîn kir.
Bersiva herî mezin, ku Rêberê me da şehadeta hevalê Hakî Karer avakirina PKK’ê bû. Bi vî rengî tola hevrê ji sîstemê û kujerên faşîst hate hilanîn.
Gerilla Dêrsim got; Weke jinekê dikarim bêjim ku bi avakirina PKKê re, hêviya azadiyê hate avakirin. Bi taybetî ji bo jinan. Jinan jî ev rastî dîtin û fêhm kirin. ji bo vê jî, pêl bi pêl berê xwe dan çiyan û tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn.
Xala duyemîn jî ew e ku yekîtiya têkoşîna ciwanên Kurd û Tirk hate avakirin. Li gel wê ji destpêkê û heta niha bi sedan ciwanên enternasyonalîst ji bo jiyaneke azad û wekhev ya gelan tevlî Tevgera Azadiyê bûn û şehîd bûn.
Ev jî mezinahî û giringiya îdeolojiya Rêberê me nîşan dide.
Gerilla YJA Starê, Bêreîtan Dêrsim herî dawî got; Naskirina Hakî Karer naskirina PKK’ê ye, fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêber Apo re fêhmkirina hevrêtiya PKK’ê ye. Bîranînên hevrêyên şehîd bi taybetî jî yên hevalê Şehîd Hakî û mîrateya têkoşîna ku ji me re hiştin, hîna zindî ne. Di nava têkoşîna me de, hêza me ya herî mezin hevrêtî ye.