Parêzerê Norwêcî Bent Endresen, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn û mafan û got: Pirsa esasî ew e ku li hemberî tecrîdê divê em çi bikin. Şert û mercên ku Ocalan lê tê girtin, zexta li ser gelê Kurd e.
Parêzerê Norwêcî Bent Endresen têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ANF’ê re axiv û got; Ez salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd xebitîm û gelek caran çûme Tirkiyê. Haya min ji mercên tecrîdê heye ku Abdullah Ocalan lê tê girtin. Mercên ku tê de tê girtin bi temamî îllegal e. Divê cîhan vê bêhiquqiya mezin qebûl neke.
Pirsa esasî ew e ku divê çi bê kirin. Ev pirs têkildarî hewldanên ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyê ye, Yanî erka muxalafetê ye û divê pirsa, çi li girtîgehên tîpa F, çi jî li girtîgehên tîpa S têne kirin bikin. Divê mercên ku girtî tê de têne girtin neyên qebûlkirin. Ev erkê muxalafetê ye.
Civak û saziyên Ewropa jî, ji bo her kesên ku li Tirkiyê bi zehmetiyên siyasî re rû bi rû ne tişta pêwîst nakin. Pirsa esasî ew e ku Ewropa çima helwesteke bi vî rengî nîşan dide?
Ewropa, ji ber polîtîkayên penaberiyê bi ser Tirkiyê de naçin. Di çarçoveya bazariyê de destûr ji kiryarên Tirkiyê re têne dayin. Tirkiye jî penaberan baş bikar tîne.
Parêzer Endresen herî dawî got; Li dijî qirkirina li Xezayê liv û tevgereke girîng a siyasî heye. Divê ji bo qirkirina li Kurdistanê jî ev liv û tevger hebe. Nabe ku li hemberî qirkirina li Imraliyê û li Kurdistanê tê kirin bêdengî dewam bike.