Birayê şehîd Idrîs Xerîb Mihemmed got; PDK’ê di nîva rojê de di 16ê Gulana 1997an de ji nîşka ve Hewlêr kire gola xwînê.

Di encama êrişa bêbext ya PDK’ê de 83 hûnermend, rojnamevan, welatparêz, rewşenbîr, azadîxwaz û birîndarên PKK’ê yên bêçek ku tedawî dibûn, şehîd kirin.

Navê vê rojê weke Komkujiya Hewlêrê derbasî dîroka reş ya xayîn û bêbext PDK’ê bû.

Xerîb Mihemed got; Sedema jî ew bû ku ew mirov xwedî fikir û bîrdozeke azad bûn û teslîmî xiyanetkaran nebûn. PDKe, ev biryara sosret, bi dijminê mezin dewleta Tirkiyê re girt û bi hêzên wan re kire pratîkê. Ti ferqa PDKe, ji rejîma BAASê, ji rejîna nijadperest ya Tirkiyê nîne.

Xizmên şehîdan hîna jî li aqûbeta şehîdên xwe digerin.

Birayê min Idrîs-Azad jî di Rojnameya Welat de kar dikir, Yanî rojnamevanî dikir. PDK ji nişka ve û roj li nivrojê, bi eskerên Tirk re êrîşî ofîsên Rojnameyan, nexweşxaneya ku birîndar lê dihatin dermenkirin kir. Ew mirov teva sifîl bûn, bêçek, bûn, rewşenbîr bûn.

Me li ser çarenûsa wan şehîda gelek lêgerîn û serlêdan kirin, lê encam derneket. Hîna jî, gorên wan winda ne. ji bo vê jî komkujiya Hewlêrê rojek reş ya dîroka Kurd û Kurdistanê ye û gunehkar jî PDKe ye.