Konseya Rêveberiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK, derbarê biyara ji Doza Kobanê derketiye daxuyaniyek da û got:
Piştî têkçûna DAÎŞ’ê, desthilatdariya Erdogan xwest ku tolê ji Kurdan hilîne. Kumpasa Kobanê jî encama vê tolhildanê ye.
Lewma, piştî 5 salan dadgeha ku di rengê Dadgehên Îstîklalê û dadgehên darbeyên leşkerî de hate avakirin, biryarek siyasî da.
Biryar jî li koşka Erdogan hate dayîn.
Piştî damezrandina Komara Tirkiyê, hezaran dosyeyên bi vî rengî li dijî serkirde û siyasetmedarên Kurd hatine vekirin.
Dosya Doza Kobanê jî yek ji wan e.
Sed sal in rêber û serkirdeyên Kurdan di dadgehên Tirkiyê de têne dadgehkirin û cezakirin.
Heta niha tu biryareke bêtawan ji wan dadgehan derneketiye û di encama wan biryaran de jî beşek ji siyasetmedarên Kurd hatine zindanîkirin.
Pêwîste hemû Kurd vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tevbigerin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK jî, bertek nîşanî cezayên giran yên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ku dane siyasetmedarên Kurd şermezar kir û got; Dewleta Tirk bi van cezayan hewl dide tola DAÎŞ’ê ku yek ji nûnertiya herî tarî ya dîrokê ye, hilîne.
Gotina dawî ew e ku divê Kurd, bi têkoşîna xwe ya mafdar, rewa û însanî hîn xurtir bimeşînin.
Em ê bi destûra Xweda vê têkoşîna siyasî, çandî, zanistî û leşkerî ya gelê Kurd bi serbixînin.