Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, li ser biryara Dadgeha Doza Kobanê ku ew beraat kir, ji girtîgeha Kocaelî Tîpe F, Hejmar 1 hate berdan.

Kişanak ji aliyê gelek kesan ve li ber girtîgehê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin.

Kişanakê li ber girtîgehê axivî û got:

Mixabin ji doza Kobanê ya kumpasê biryareke ku kumpasê didomîne derket.

Hevalên me negihiştin azadiya xwe.

Ji ber vê jî, em hemû dilşikestî ne.

Silavên Fîgen ji we teva re hebûn.

Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin û biserkevin.

Mijar ne tahliyebûn e, mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat bên çareserkirin e.

Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn.

Ez ji bo gelan hemû jin û zarokan paşerojek azad dixwazim.”