Daraza tirk tişka ku jê dihat hêvîkirin pêk anî, emirberiya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê kir û bi sedan salan ceza li siyasetmevanan birî.
Tevgera Jinên Azad di peyama xwe ya liser hisabê xwe yê medya dijîtal ragihand;
Biryareke siyasî û dijmintiyê ye.
Jin vê biryarê nas nakin ji bo jinan biryareke pûç û vala ye,
Em biryara daraza serdest a zilaman a der barê hevrêyên xwe de qebûl nakin.
Heta ku Doza Kumpasê ya Kobanê bê hilweşandin wê têkoşîna me ya azadiyê bidome.