Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa DMME Rıza Türmen got;

Cezayên hatin dayin bi giştî siyasi ne.

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa, Doza Kobanê weke dozek siyasî bi nav kiribû.

Ji ber ku sucdariyên di dosyayê de û sucdariyên ku li dadgehê têne kirin ji hev cûda ne.

Biryara Doza Kobanê û cezakirina siyastemedarên kurd, skandelek siyasî û hiquqî ye.

Careke din hate xuya kirin ku girtîgehên li Tirkiyê bi biryarên siyasî hetina tejî kirin.

Biryara Doza Kobanê, li dijî çareseriya Pirsgirêka Kurd darbeyek e.

Serokê Baroya Amedê, Parêzer Nahit Eren jî got;

Biryarên Doza Kobanê, ne tenê li ser Kurdan, li ser muxalafetê jî, şûrê demokles e.

Parêzer Figen Çalıkuşu jî, gotinên Serokkomar Erdogan ku got;

Em pêvejoya nermkirina siyasetê bidin destpêkirin” bi bîrxist û got.

Ev gotin destpêka lîstikek nû ne.

Dadgeriya Tirkiyê û desthilatdairya Tirkiyê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa li ber çavan negirtin.

Weke sembol çend beraat hatin dayin, lê dijminatiya di rengê tolhildana li dijî siyasetmedarên Kurd derkete pêş. hate xuya kirin ku Tirkiye ji demokratîkbûnê gelekî dûr e.

Parzer Ergin Cinmen jî got; Biryara Doza Kobanê wê li Tirkiyê tevlîheviyek mezin derbixe holê. Ahmet Turk weke vijdanê Tirkiyê tê zanîn, lê bi 10 salan hate ceza kirin. Ji bo vê jî Tirkiyê ber bi serdemak tarî ve tê birin.

Serokê Polîtîqeya Edaletê yê DEVA Parti Mustafa Yeneroğlu jî got;

Desthilatdairyek depsot heye û biryara Doza Kobanê jî ecama wê destpotiyê ye. Erdoğan û Devlet Bahçeli rejimek despot avakirine.

Parêzer Kemal Aytaç jî got, Cezayên hatine dayin di çarçoveya hiquq de nayên nirxandin, siyasî ne.

Bi taybetî Selahattin Demirtaş kirine armanc. Ev jî dide xuya kirin ku tolhildana kînê heye.

Parêzer Ahmet Yeneroğlu jî bal kişande bûyerên dawî yên li Enqerê û got; Tirkiyê ber bi qonaxek ne diyar ve diçe.

Axaftinên Dewlet Bahçelî, ji rejîmên herî otorîter weke Apoartheid hişktir in- Divê em kuştina Sinan Ateş bînin bîra xwe.

Ev teva bi hevûdin ve girêdayî ne.

Tirkiyê ber bi qonaxek nayê zanîn ve tê birin.