Partiyên siyasî, siyasetmedar û nivîskarên welatên cuda yên Ewropa û cîhanê bertek nîşanî biryarên doza kûmpasê yê Doza Kobanê dan.
Esquerra International got: Li Tirkiyê di navbera 9-42 salan de, 24 nûnerên partiya Kurdan hatin cezakirin. Em vê darizandina siyasî şermezar dikin û daxwaza beraatkirina hemû girtiyan dikin.
Nivîskar Andres Mourenza jî got; Cezayê girtîgehê li bi dehan rêveberên partiya alîgirê Kurdan, (niha DEM Partî) hatin birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa daxwaza berdana Demirtaş kir, lê bi 42 salan hate cezakirin. Ev nayê qebûl kirin.
European Greens jî got; Ji siyasetmedarên muxalîf Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re 42 û 30 sal cezayê girtîgehê hatin dayin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa di sala 2020’an de daxwaza berdana lezgîn a Demîrtaş kiribû. Lê Tirkiyê ew ceza kir. Wê hesab ji Tirkiyê werê pirsîn.
Alîkarê Serokê Çep ê Ewropayê Nikolaj Viliumsen jî bi peyama xwe de got; Selahattîn Demîrtaş, bi 42,5 salan hate cezakirin. 23 endamên din jî hatin mehkûm kirin. Ev yek binpêkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Divê YE vê êrîşa li dijî muxalefeta demokratîk a Tirkiyê şermezar bike û zextê li Erdogan bike ku erkên xwe yên li hember Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û Konseya Ewropa bi cih bîne! Çalakiya lezgîn û hevgirtinê hewce ye!
Siyasetmedarê Swêdî Jonas Sjosted jî got; Hevalê min û hempîşeyê min yê berê Selahattîn Demîrtaş zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev ceza siyasî ye û bi armanca bêdengkirina tevgera Kurdên li Tirkiyê ye. Ez ê ji bo serbestberdana Selahattîn û hemû girtiyên siyasî têkoşinê bikim.
Koma Çep a PE jî bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da
Koma Çep a Parlamentoya Ewropa-GUE/NGL got; 42 sal cezayê girtîgehê dane serokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, 30 sal û 3 meh ceza jî dane Fîgen Yuksekdag .
Doza Kobanê yek ji bûyerên herî mezin yên Tirkiyê ye.
Di sala 2014’an de, DAÎŞ’ê li Sûriye êrîşî Kobanê kir. Çalakiyên li dijî DAIŞ’ê li Tirkiyê weke sûc tên dîtin. Ev nayê qebûl kirin û divê ev ceza werê rakirin.