Serlêdanên bi daxwaza hevdîtina li İmraliyê bênavber berdewam dikin.

Malbatan îro careke din ji bo dîtin Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji malbatan, birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji malbata Omer Hayrî Konar, birayê wî Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.

Ev du salin ji 2021-2023’yan de herî kêm 10 cezayên disiplînê li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn.

Îtirazên parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” jî hatin redkirin.

Ruxmî van qedexekirin û bêbersivhiştinê jî malbat bênavber serlêdana xwe ya ji bo hevdîtinê didomînin.