Siyasetedarên Kurd ku ji Doza Kobanê dihatin darizandin, di îfadeyên xwe de eşkere kirin ku doz siyasî ye û wê biryar jî siyasî be.
Figen Yüksekdağ, got, Em vê dozê weke parastina rumetê dibînin: Dewlet me bi sucê parçekirina welat dadgeh dike. Kî xwediyê vî welatî ye, kî ji kê behtir evîndarê vî welatî ye? Vekirî tê dîtin ku kumpasek siyasî heye.
Doza Kobanê kumpas e û gotin bi dawî bûye. ji ber ku tolhildanek kîndarî ya siyasî heye. Lê zanibin ku gotina dawî wê hêzên ku ji bo demokrasî, edalet, aştî, wekhevî û mafên mirovan û gelan didin be.
Sebahat Tuncel jî got; Em di pêvejoyeke zor û dîrokî re derbas dibin. Jinên ku ji vê dozê têne darizandin, ji bo azadiya jinan têkoşînê dikin. Bê berdel dayin bidestxistina azadiyê jî ne pêkan e.
Ev doza şerma Türkiyê ye. Dewleta Mêr tecazuzkar e û divê dewlet werê guhertin. Ji bo guhertina vê dewletê jî, em têkoşînê dikin.
Her dem kesên ku dixwazin pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê ji zemîne şer derxinin û li ser zemîna aştiyek civakî çareser bikin hatine girtin û darizandin. Aştîxwazî ne suc e. Ji ber ku me axaftinên ji bo aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd kirine, em têne darizandin. Ev şerma dewletê ye. Erdogan jî dibêje, ahlakê şer jî heye. Gelo ew ahlak li kû ye, çiam ji bo me jî daneyînin holê.
Şerê ku AKPe dimeşîne dijminatiya gelê Kurd e. Em jî ji bo vê yekê têne darizandin. Daxwaza heq, hiquq û azadiyê tê darizandin. Ev suc e û sucekî li dijî mirovaniyê tê kirin. Armanc jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Sebahat Tuncel dazanîn ku rola Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo çareserî û demokartîk kirina Tirkiyê de mezin e û got; Rêber Ocalan pêşengiya aştî û çareseriyê kir, Dewlet bi wî re rûnişt, peyamên hevpar hatin dayin.
Birêz Ocalan projeya çareseriy danî holê, komên aştiyê anîn Tirkiyê, çek da rawestandin, lê bersiv bû operasyon û kuştin. Şer çareserî nîne, pêwistî bi pêvejoyek poîzîtîf heye. Ez careke din bang li desthilatdarî û muxalafeta Tirkiyê dikim, werin, em bi hev re gavan biavêjin. Aştî karê civakan e, divê gelên li Tirkiyê ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.
Gültan Kışanak jî got: Em weke Sîmurg di riya aştiyê de li azadiyê digerin. Aştî ziyanê nade tu kesî. Em weke siyasetmedarên Kurd, di mijara aştî, demokrasî û mafên jinan de vekîrî ne. Xwediyê vî welatê, tenê desthilatdariya ku fermana girtina aştîxwazan dide nîne.
Me weke gel, êş û azarên mezin dîtin. Lê me li ber xwe da û her dem banga aştî û çareseriya pirgsirêka Kurd kir. Hem li qadên derve, hem li kursiyê parlamentê me banga aştî û çareseriyê kir.
Gulten Kişanak bal kişande ser helwdanên ji bo aştî û çareseriya pirgsirêka Kurd ya Rêber Abdullah Ocalan û got; Birêz Oalan, bal kişande têkiliyên navbera gelê Kurd û Gelê Tirk ya hezar salî û jeopolitik ve jeostratejik û xwest pirgirêkê çarser bike. Lê desthilatdarî di şer de israr dike, şer Tirkiyê kiriye xeşîmek tarî.
Tê zanîn, Komara Tirkiyê bi yêkitya Kurd û Tirkan hate avakirin. Lê, zihniyeta yekperest 100 sal in li dijî gelê Kurd şer dike û komkujiyan dike. Bi vî rengî Tirkiyê demokratîk nabe û azad nabe.
Dilek Yağlı jî got;Em têkoşîna hebûnê didin, hun jî şerê tunekirinê dikin. Bi riyên antî-hhiquqî em têne girtin û bi rengekî nehiquqî em têne darizandin Hun dixwazin ceza bidin, hun dixwazin nedin, em ji îradeya xwe, ji rûmet û nasnameya xwe tawîzan nadin.
Meryem Adıbelli jî got; Doza Kobanê siyasî ye û nayê qebûl kirin. Hun dosyayên ku beriya niha em ji wan hatine darizandin datînin pêşiya me. Hemû îdîayên têne kirin ne rast in û berê dadgehên Tirkiyê ew sucdarî red kirin. Divê hun jî li gor esasên Hhquqê tevbigerin û dosyayê bigirin û me teva berdin.
Pervin Oduncu jî got; Neçareseriya pirsgirêka Kurd xefk û davika herî mezin ya li pêşiya vî welatî ye.
Her dme sucê parçekirina welet derdixine pêşiya me. Em her dem dibêjin em mafên gelê xwe yê demokrtaîk dixwazin: li vir jî li pêşberî dadgehê jî em van gotinan dibêjin. Ev daxwaza aştî û pêkanîna demokrasiya welat e û çareseriya kaos û krîzên li welat e.
Mixabin dadgehên Tirkiyê li gorî îradeya siyasî biryaran didin. Ev kuştina serdestiya hiquq e, divê şandeya we vê bêhiquqê neke. Têkiliya vê dozê jî bi hiquqê re nîne.
Zeynep Karaman jî got; Azadî û têkoşîn birayên hev in, desthilatdarî û dadgerî azadiyê dikujin, em jî têkoşîna parastina azadiyê dikin.
Dozgerî li ser kesyaeta me radiwest e û îddayan dike. Em bi kînek siyasî têne darizandin. Ev jî bêhiquqiyek mezin e. Em li hmberî bêhiquuqyê serî natewînin. Ji bo me maf, demokrasî, hiququ û azadiya gelen esas e. Jiyan têkoşîn e û em ji bo azadî û mafên gelê xwe têkoşînê dikin û emê bikin.