Baroyên Semsûr, Agirî, Batman, Çewlig, Bidlîs, Dêrsim, Amed, Colemerg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Rihayê, Şirnex û Wanê, bi ser navê “Daraz bi xwe jî bûye aliyê hesabpirsîna siyasî” daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de biryara dadgeha Tirk a derbarê doza kumpasê ya Kobanê de wiha tê gotin;

“Doza Kobanê, pêvajoya darazê û bi biryarên ku hatine wergirtin, bi rêya qanûnê beşên muxalîf ên civakê û hilbijartiyên wan hatine cezakirin.”

Daxuyanî wiha didome;

“Nayê qebûlkirin mafekî demokratîk ku weke bertek hiqûqa navnetewî binpê bike û bibe mijara pêvajoya darazê.”

Baroyan weke sedema bingehîn a krîzên li Tirkiye jî, rêznegirtina li nirxên demokratîk û hiqûqê destnîşan kir.

Daxuyanî wiha didome:

Ev darazên bi vî rengî yên siyasî, qada siyaset û civaka sivîl teng dikin, an jî bi tevahî ji holê radikin.

Dibin sedema tepisandina pirdengî û ramanên cihê. Dikarin aştiya civakî jî xira bikin.

“Çare; zêdetir otorêterbûn nîne, vegera li demokrasî û hiqûqê ye.

Bingeha dewleta hiqûqê ya demokratîk darazek serbixwe û bêalî ye.

Li devereke ku daraz ne serbixwe be, li wêderê bikaranîna ti maf û hewaya ewlekariya hiqûqî jî tune ye.

Bi Doza Kobanê re pêvajoya darazê û biryarên ku hatin girtin; aliyên muxalîf û nûnerên wan ên hilbijartî bi rêya darazê hatin cezakirin.

Weke Baro em dibêjin; Nayê qebûlkirin ku qada siyasî ya Kurd bi sîstema cezakirina kolektîf re rû bi rû bimîne.

Divê pêvajoyeke darazê ya li ser esasê maf, hiqûq û edaletê bê avakirin û siyasetvanên ku mafên wan hatine binpêkirin tavilê werin berdan.”