Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryara desthilata Tirk a der barê ’Doza Kobanê’ de nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara der barê ’Doza Kobanê’ de hat dayîn carekedin îsbat dike bingehê dewleta Tirk a faşîst li ser dek û dolaban hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku li Tirkiye mafên mirov, jin, zarok û newetyên cuda nin in û dewleta Tirk di hişmendiya faşîst de israrê dike.

Tevgera Goran jî têkildarî biryarên di Doza Kobanê de ji DEM Partiyê re peyam şand û cezayên hatine birîn şermezar kir.

Di peyamê de hate gotin ku rêya çareseriyê bidawîkirina tecrîdê û guftûgo ye.