Bertekên li dijî biryara derbarê doza Kobanê dewam dike.

Endamê Ciwanên Demokrat a Nû Onur Kaya da zanîn gelê Kurd li dijî biryarê li berxwe dide û wiha got: Cezayên giran dan nûnerên ku gel hilbijartin. Divê em jî berxwedanê veguhêzin kolanan.

Endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Hejar Al berxwedana li Kobanê bi bîr xist û got: Ev ceza li dijî serkeftina Kobanê êrişeke, dewlet dixwaze tolê hilîne. Divê sosyalîst mil bi milê Kurdan têkoşînê bikin.

Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî Julîana Gozen jî dibêje:
Dixwazin kurdan bi tenê bihêlin. Em ne li benda edaletê bûn. Wê bi saya Kurdan edalet were vî welatî. Emê bi hev re têbikoşin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Îzmîrê Kerîm Altinmakas da zanîn desthilat her diçe êrişkar dibe û wiha got:

Yek ji sedema vê biryarê ew e ku DEM Partî mezin dibe. Dewlet ji vê ditirse. Lê berxwedana Kobanê li her devera cîhanê bû serhildana wijdanê.

Siyasetmedar û aborînas Nesrîn Nas biryara di dozê derket nirxand û got:

Ev doz bi eşkere komployeke siyasî ye. Biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn di heman demê de derbeke li siyaseta demokratîk e. Ev biryar ji bo siberoja Tirkiyê biryareke hêvîşikestinê ye.

Siyasetmedar û aktivîstê mafê mirovan Ahmet Farûk Unsal jî vê nirxandinê kir.

Bivan biryaran dixwazin pergala rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bikin hedef, krîmînalîze bikin. Serkeftinan pûç bikin.