Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûr, têkildarî 15’ê roja zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivîn.
Şîlan Bûdak diyar kir ku ziman hîmê bingehîn yê civakê ye û got: Di nava zimanên cîhanê de, zimanê Kurdî weke çiqek şikestî maye. Berxwedana ku li hemberî dijimin tê dayin di heman demê de ji bo zimane jî.
Bûdak bilêv dazanîn ku Dewletên Yekbûyî roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî ragihandiye. Armanca vê rojê, cihêrengî û lihevhatina netewan be. Mixabin gelek ziman di bin bişaftinê de ne û yek ji wan jî zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî, zimanê wêjeyî, çandî û xwe îfadekirina gelê Kurd e. Rêber Apo jî dibêje, ‘Zimanê Kurdî bingehê civaka me pêk tîne, ji bo wê jî pêwîste em biparêzin’.
Divê em, erkê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî pêkbînin.. Eger zimanê me heta niha hatiye parastin, ev bi saya şehîdên me û berxwedana Gerîlayan ye.
Şîlan Budak jî got; Wek jinek ciwan daxwaza min ew e ku zimanê Kurdî bikaribe hebûna xwe di cîhanê de. Civak bi zimanê xwe li serpiyan dimînin, divê Kurd zimanê xwe biparêzin.
Dilgeş Îsmaîl destnîşan kir ku naskirina gelê Kurd ya herî li pêş, ziman e. Gelê Kurd bi zimanê xwe şoreşa xwe pêkanîye, bi wê ve girêdayî berxwedana xwe ya herî mezin bimîne û zimanê xwe biparêze.
Gelê Kurd di aliyê ziman de pir hesas e û vê hesasiyetê jî diparêze. Gelê Kurd ratsiya xwe di zimanê xwe de dibîne û dikaribe li hemberî bişaftinê têkoşînek serketî bike.