Li Elmanya payîtext Berlînê, Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst, bi pêşengiya Nav Berlîn, li navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Şehîdên Meha Gulanê bibîranîn.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û got;Hemû destketiyên gelê Kurd bi saya şehîdan e. Divê em jî, li ser şopa şehîdan bimeşin.
Bavê şehîd Rêzan Amed jî axaftinek kir û got, “Divê em layiqî şehîdên xwe bin. Divê em li pêşberî şehîdên xwe fedakar bin. Ger em dixwazin layiqî şehîdan bin, divê em li ser şopa şehîdên xwe bin û şehîdên xwe biparêzin. Em careke din dibêjin şehîd şehîdê me hemûyane.”
Piştre siyasetmedar Selahattîn Mete axivî û got, Tevgera azadiyê partiya şehîdan e. Divê em dir iya şehîdan de, Tevgera Azadi, Rêbertî û axa xwe xwedî derkevin.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Li Siwsre bajarên Solothurn, Luzern û Baselê jî Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.
Li Solothurnê, bi pêşengiya Meclîsên Yel yên Solothurn, Aaraû û KOMAWê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk merasina bîanrîna şehîdan hate pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, axaftin hatin kirin û piştre, sînevîzyona li ser jiyana Gerilla û berxwedana dîrokê hate pêşandan.
Merasima bîrnaînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Li bajarê Luzernê jî lehengên nemir ên di meha Gulanê de şehîd bûn hatin bîranîn.
Piştî rêzigrtinê axaftrin hatin kirin û piştre sînevîzyona ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê hate temaşekirin.
Li bajarê Baselê jî, rêxistinên Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyê, ligel malbatên şehîdan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi merasimekê şehîdên meha Gulanê bibîran.
Piştî rêzgritnêm nunerên saziyên Kurd, siyasetemdar û li ser navê MLKP’ê û MKP axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana Gerilla û berxwedana wan hate pêşendan.
Merasima bîranînê bi diruşmeyan bid awî bû.